PDK-S bo rewşa Efrînê bang li civaka navdewletî dike
Partiya Demokrat a Kurdistanê - Sûriye (PDK-S) bang li civaka navnetewî kir ku li ser rewşa Efrînê û binpêkirinên di derbarê xelkê Efrînê de helwest nîşan bide û ragihand, heta niha rê li pêşiya vegera xelkê Efrînê bo ser cih û warê xwe tê giritin û li nav Efrînê bi xwe jî xelk têne revandin û eşkencekirin.
K24 – Navenda Nûçeyan

Polîtburoya PDK-Sê îro di raporekê de ragihand, ku Encûmena Niştimaniya Kurd li Sûriyê (ENKS) di kar û xebatên xwe de berdewam e heta ku sîstema rêveberiyê li Sûriyê bibe federalî û tê de mafê gelê Kurd û mafê tevahiya pêkhateyên din li gor peymanên navdewletî bêne parastin.
PDK-Sê herwaha di raporta xwe de rexne li siyaseta Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) li hember aliyên din û bi taybet ENKSê digire û dibêje, heta niha jî PYD siyaseta bêdengkirinê li dijî berpirs û endamên ENKSê dimeşîne û heta niha jî endamên wan tên girtin.
Polîtburoya PDK-Sê da xuyakirin, ji bo rê li ber wê zulm û zordariya ku li Efrînê tê kirin bê girtina, divê dengê nerazîbûnê bigihê civaka navdewletî û saziyên mafê mirovan, da ku ew jî xelkê deverê ji vê sitemkariya hêzên tarî biparêzin.
Herwiha got, ku niha Efrîn di bin kontrola hêzên Tirkiyê û çekdarên opozisyona Sûriyê de ye û rewşa Efrînê pir xerab e û ta niha rê li pêşiya vegera xelkê Efrînê bo ser cih û warê xwe tê giritin û li nav Efrînê bi xwe jî xelk têne girtin û eşkencekirin.
PDK-Sê amaje bi wê yekê jî kir, pêwîst e civaka navdewletî li ser rewşa Efrînê û binpêkirinên di derbarê xelkê Efrînê de tên kirin, helwestê nîşan bide.
S. B