Amerîka: Qasim Silêmanî sedema kêşeyên navçeyê ye

Artêşa Amerîka: Qasim Silêmanî û Feyleqa Qudisê ya ser bi Supaya Pasdaran a Îranê ve, sedemên serekî yên nearamî û têkçûna rewşa navçeyê ne, bi taybet li Sûrya, Iraq, Behrên û Yemenê.

K24 - Navenda Nûçeyan.

Fermandarê Fermandeya Navendî ya Artêşa Amrîka Joseph Votel ragihand, ku fermandarê Feyleqa Qudsê ya ser bi Supaya Pasdaran a Îranê ve (Qasim Silêmanî) roleke sereke di têkdan û alozkirina rewşa navçeyê de dilîze.

Ceneral Joseph Votel li ser Twitter a xwe nivîsiye, ku Qasim Silêmanî û Feyleqa Qudisê ya ser bi Supaya Pasdaran a Îranê ve, sedemên serekî yên nearamî û têkçûna rewşa navçeyê ne, bi taybet li Sûrya, Iraq, Behrên û Yemenê.

Votel di wê nivîsa xwe de gotiye: Reftarên Qasil Silêmanî, ewlehiya navçeyê têk didin û ziyanê li berjewendiyên xelkê Îranê dikin.

N.O