Rûsya civîneke navdewletî li Tirkiyê lidar dixe

Lavrov pilanek daniye, ku di van nêzîkan de, civîneke çar alî di nav Serokên Rûsya, Tirkiyê, Firensa û Almanya de, li Enqerê lidar bixe û têde çareyekê ji kirîza Sûryê re deynin.

K24 - Navenda Nûçeyan.

Biryar e îro wezîrê derve yê Rûsya Sergey Lavrov serdana Tirkiyê bike û ew serdana wê ji bo heyama du rojan berdewam be.

Li gorî peyvdara Wezareta Derve ya Rûsya Maria Zakharova, Wezîrê derve yê Rûsya, wê li gel hevpostê xwe yê Tirkiyê Mewlûd Çawîşoglû bicive û biryar e jî, beşdariyê di civîna balyoz û nûnerên Tirkiyê, yên hertimî di rêxistinên navdewletî de bike.

Zakharova diyar kir, Lavrov pilanek daniye, ku di van nêzîkan de, civîneke çar alî di navbera Serokên Rûsya, Tirkiyê, Firensa û Almanya li Enqerê lidar bixe û têde çareseriyekê ji kirîza Sûryê re deynin.

Herwiha Zakharova diyar kir, ku wezîrê derve yê Rûsya Sergey Lavrov, wê di civîna xwe de li gel wezîrê derve yê Tirkiyê, rewşa Sûryê, Rojhilata Navîn, Qoqazê, Asya Navîn, Ukrayna û navçeya Derya Reş gotûbêj bike û mijarên girêdayî abûrî û bazirganiyê di navbera herdu aliyan de jî, wê beşekî din ên gotûbêjan bin.

N.O