Kemal Kerkûkî bû berpirsê Encûmena Serkirdatiya PDK li Kerkûk - Germiyan
Pêştir Partiya Demokrat a Kurdistanê, guhertin di ofîs û organên xwe de ragihandibû, di rojên derbasbûyî de guhertin di çend postên berpirsên Encûmena Serkirdatî û şax û organên din de kiribû.
K24 - Navenda Nûçeyan.
Di çarçoveya guhertinên navxweyî yên Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK), Endamê polîtbîroya wê partiyê (Kemal Kerkûkî) bû berpirsê Encûmena Serkirdatiya PDKê li Kerkûk û Germiyanê.
Di merasîmekê de, ku ji bo bihevguhertina postê berpirsê Encûmena Serkirdatiya PDK li Kerkûk û Germiyan hatibû rêxistin. Rêbwar Yelda, berpirsê ofîsa rêxistina PDK balkişand ser rola Selah Delo, berpirsê berê yê Encûmena Serkirdatiya PDK li Kerkûk û Germiyan û diyar kir, ku berpirsatî li wê navçeyê cuda ye, ji ber ku akinciyên wê deverê ji netew û mezhebên cuda pêk tên.
Ev yek di demekê de ye, ku pêştir Partiya Demokrat a Kurdistanê, guhertin di ofîs û organên xwe de ragihandibû, di rojên derbasbûyî de guhertin di çend postên berpirsên Encûmena Serkirdatî û şax û organên din de kiribû.
N.O