Rûsya ji Birîtanya dixwaze beşdariyê di avakirina Sûryê de bike

Balyozxaneya Rûsî li Londonê: Birîtanya tenê gotinên bêmifa dibêje û tenê dide xuyakirin ku ew ji rewşa ku welatiyên Sûryê têde dijîn, dilgiran e û ti alîkarî ji xelkê Sûryê re pêşkêş nekiriye.

K24 - Navenda Nûçeyan.

Balyozxaneya Rûsî li Londonê ragihand, ku pêwîst e Birîtanya dev ji gotinên bêmifa û berde û beşdariyê di şandina alîkariyên mirovî ji xelkê Sûryê re bike û alîkariyê di avakirina wî welatî de bike, li şûna ku tenê dilgiraniya xwe li ser rewşa xelkê li wî welatî bide xuyakirin û rûniştî bimîne.

Herwiha balyozxaneya Rûsî diyar kir, ku li gorî pêwendiyên wan bi Wezareta Derve ya Birîtanî re, xuya ye ku Birîtanya naxwaze helwesta xwe bighure û tevlî destpêşxeriyên navdewletî, ji bo alîkariya xelkê Sûryê û dubare avakirina wî welatî bibe.

Peyvdarê balyozxaneya Rûsî li Londonê ji rojnamevanan re got: Heya niha me ti gavekeke piraktîkî ji aliyê Birîtanya ve, ji bo alîkariya Sûriyê nedîtiye, tevî ku niha baştirîn dem e, ku Birîtanya alîkariyê têde pêşkêş bike.

Bi gotina wî berpirsê Rûsî: Birîtanya tenê gotinên bêmifa dibêje û tenê dide xuyakirin ku ew ji rewşa ku welatiyên Sûryê têde dijîn, dilgiran e.

N.O