Raya Hikûmeta Herêmê ji sizayên li ser Îranê aşkere dibe

Berpirsekî Fermangeha Pêwendiyên Derve yên Herêma Kurdistanê di riya K24ê re raya fermî ya hikûmeta Herêma Kurdistanê aşkere dike.

K24 – Navenda Nûçeyan

Herêma Kurdistanê û Îranê wek du cîranan xwedî pêwendiyên dîrokî û siyasî yên dûrûdirêj in, lê bandora sizayên aborî yên Amerîka li ser Îranê derbarê pêşeroja pêwendiyan hîşt axaftinên cuda li ser were kirin. Berpirsekî Fermangeha Pêwendiyên Derve yên Herêma Kurdistanê di riya K24ê re raya fermî ya hikûmeta Herêma Kurdistanê aşkere dike.

Rêveberê Giştî yê Pêwendiyên di navbera Herêma Kurdistanê û Îranê Ebdula Akreyî ji K24ê re ragihand, “Pêwendiyên me û Îranê ne yên îro ne. Di dema bûrî de heger li ser sînor hin pirsgirêkên me hebûn, me bi hevtêgihîştin ew çareser kirin.”

Got jî: “Pêwendî û danûstandinên me yên bazirganiyê bi Îranê berdewam dibin, ji ber ku wek Herêma Kurdistanê pêwîstiya me pê heye, lê heger ji aliyê hikûmeta Iraqê ve biryarek derbarê xalên sînorî derkeve û hemû sînor lixwe bigire, wê demê wek Herêma Kurdistanê pabendî wê biryarê dibin.”

Ebdula Akreyî amaje bi wê jî da, “Ta niha ti biryarek ji hikûmeta Iraqê ve derbarê xalên sînorî yên bi Îranê re derneketiye, tenê em daxwaz dikin ku pêwendî û bazirganî ber bi başiyê biçin.”

Duhî Serokwezîrê Iraqê di konferansekî rojnamevanî de got: “Pabendbûna me bi sizayên Amerîka li ser Îranê tenê danûstandina bi Dolar e, ne ku pabendbûn bi sizayên Amerîka li dijî Îranê ye.”

Piştî ku serokê Amerîka Donald Trump biryara sepandina sizayan li dijî Îranê îmze kir, got Her kesek bazirganiyê li gel Îranê bike, Amerîka nema bazirganiyê li gel wî dike.

 

S. B