Bo vegera xelkê Efrînê 26 sazî bang li civaka navdewletî dikin
26 rêxistin û saziyên civaka sivîl ên Kurdî bang li rêxistinên navdewletî û yasayî dikin fişarê li grûpên çekdar û hêzên ser bi Rêveberiya Xweser bikin, ta rê bidin derbiderên Efrînê vegerin ser mal û milkên xwe.
K24 – Navenda Nûçeyan
26 rêxistin û saziyên civaka sivîl ên Kurdî bang li rêxistinên navdewletî û yasayî dikin fişarê li grûpên çekdar û hêzên ser bi Rêveberiya Xweser bikin, ta rê bidin derbiderên Efrînê vegerin ser mal û milkên xwe.
26 rêxistin û saziyên civaka sivîl ên Kurdî daxuyaniyek belav kir û tê de ragihand, “Piştî kontrolkirina artêşa Tirkiyê û çekdarên opozîsyona ji Efrînê re, mîlîşyayên opozîsyonê û hêzên ser bi Rêveberiya Xweser ve rê nadin xelkê Efrînê yên ji encama şer derketine û derbider bûne vegerin ser mal û mikên xwe.”
Wan 26 rêxistinan da zanîn, “Derbiderên Efrînê di rewşeke gelekî xirab û zehmet dimînin û jin, pîr û zarok li kon û derve radizin. Li hember wê jî ew derbider bi hemû awayan dixwazin vegerin Efrînê, lê ji aliyê hemû aliyan ve rastî astengiyan tên.”
Di daxuyaniyê de hat jî, “Di heman demê de jî li Efrînê siyaseta zemîna şewitî tê birêvebirin û xelkê resen ji malên xwe tên derxistin û li cihê wan xelkekî din yê biyan tê bicihkirin, ev jî ji bilî kiryarên ne mirovane tawanên ku li pêş çavê civaka navdewletî bi serê xelkê Efrînê tên kirin.”
Rêxistinên Kurdî diyar kir, “Derbiderên Efrînê yên li derveyî Efrînê dimînin xwe amade dikin ku di roja 17ê vê mehê de karwanên xwe birêk bixin û vegerin Efrînê. Loma em bang li rêxistinên navdewletî û yên civaka sivîl dikin ku bi berpirsyarî li çarenivîsa van derbideran binêrin û fişarê li aliyên ku rêgirî û astengiyê li vegera wan dikin bikin, ta rê bidin wan Efrînê vegerin ser xaka xwe.”
Artêşa Tirkiyê û grûpên ser bi wê ve piştî şerê 58 rojan di roja 18ê Adara bûrî de derbasî Efrînê bûn û dagîrkirin, ji encama wê êrîşê de jî zêdetir ji 200 hezar welatiyên Efrînê koçber û derbider bûn û li deverên nêzîkî Efrînê dimînin, lê rê ji bo vegera wan ji aliyê rêjîma Sûriyê, hêzên ser bi Rêveberiya Xweser û grûpên çekdar ve nayê dayîn ku ew derbider vegerin ser mal û milên xwe.
Di wê derbarê de, berî çend rojan Rêxistina Lêborîna Navdewletî (Amnesty) di raporteke xwe de hikûmeta Sûriyê û YPGê bi binpêkirinên mafên mirovan tometbar kir, ku rê nadin derbiderên Efrînê vegerin Efrînê. Herwiha rê nade kesên nexweş jî bo wergirtina çareseriyên bijîşkî biçin Helebê.
S. B