Şêwirmendekî Erdogan: Divê Împaratoriya Tirkiye-Rûsya bê damezrandin
Serşêwirmendê Serokomarê Tirkiyê dibêje, divê Tirkiye pêwendiyên xwe yên 200 salan yên bi Rojavayê re sînordar bike û berê xwe bide împaratoriya Tirkiye û Rûsyayê.
K24 – Navenda Nûçeyan
Serşêwirmendê Serokomarê Tirkiyê dibêje, divê Tirkiye pêwendiyên xwe yên 200 salan yên bi Rojavayê re sînordar bike û berê xwe bide împaratoriya Tirkiye û Rûsyayê.
Serşêwermendê Aborî yê Serokomarê Tirkiyê Yîgît Bulut di kanala TRT de bal kişand ser wendakirina nirxê Lîreya Tirkiyê û ev wek lîstika Amerîkayê binav kir.
Da xuyakirin, Tirkiye di heyama du sed salan de ti carî wek îro nêzîkî serxwebûnê nebûye û serokwezîr Ednan Menderes jiber li dijî Amerîka derketiye sala 1960'ê hatiye bidarvekirin.
Bulut got, pêwendiyên Rûsya û Tirkiyê ji nû ve tên nivîsandin û Rûsya di hemû waran de dixwaze pêwendiyên xwe bi Tirkiyê re baş bike û divê Împaratoriya Tirkiye-Rûsya bê damezrandin.
Ev daxuyaniya Serşêwermendê Aborî yê Serokomarê Tirkiyê di demekê de tê, çend roj in Bernedana Keşeyê Amerîkî Andrew Brunson di navbera Tirkiye û Amerîkayê de bûye sedema derketina krîzeke mezin.
Ji aliyê xwe ve jî, berpirsekî Amerîkî ku nexwast navê xwe aşkere bike ji “Reuters” re ragihand, ti pêşveçûn di dosya Brunson de nebûye, Amerîka jî dê fişarên aborî li ser Tirkiyê zêde bike, heger Tirkiye wî keşeyî azad neke.
S. B