Rûsya: Ti civîna çar alî derbarê Sûryê li Tirkiyê nayê lidarxistin

Hefteya derbasbûyî, ji aliyê Wezareta Derve ya Rûsya ve hatibû ragihandin, ku civîneke çar alî, wê ji bo rewşa Sûryê, li bajarê Stenbolê, bi amadebûna serokên Tirkiyê, Rûsya, Firensa û Almanya bê lidarxistin.

K24 - Navenda Nûçeyan.

Hikûmeta Rûsya red kir, ku civîneke çar alî di navbera wê û Almanya û Firensa û Tirkiyê de, li Stenbolê bê lidarxistin.

Peyvdarê serokatiya Rûsya (Demtiri Piskov) red kir, ku Serokê Rûsya Vladimir Putin di 7 Êlûnê de, li Stenbolê li gel Serokê Tirkiyê û yê Firensa û Şêwirmenda Almanî bicive û got: Ti civîneke çar alî derbarê Sûryê li Stenbol tine ye.

Piskov diyar kir, ku niha welatê wî amadekariyan ji bo lidarxistina gera 11an a civînên Astana dike, ku biryar e di destpêka Êlûna dahatî de, dest bi karên xwe bike.

Di hefteya derbasbûyî de, ji aliyê Wezareta Derve ya Rûsya ve hatibû  ragihandin, ku civîneke çar alî, wê ji bo rewşa Sûryê, li bajarê Stenbolê, bi amadebûna serokên Tirkiyê, Rûsya, Firensa û Almanya bê lidarxistin.

N.O