Li Semsûrê şaredarekî din ê DBP hat girtin

Duh li gundewarê bajarê Semsûrê, di navbera gerîlayên PKKê û serbazên Tirkiyê de, şer û pevçûn qewimîn, di encamê de çar serbaz hatin kuştin.

K24 - Navenda Nûçeyan.

Li bajarê Semsûrê yê Bakurê Kurdistanê, piştî kuştina 4 serbazan, şaredarekî Partiya Herêmên Demokrat hate girtin.

Duh li gundewarê bajarê Semsûrê, di navbera gerîlayên PKKê û serbazên Tirkiyê de, şer û pevçûn qewimîn, di encamê de çar serbaz hatin kuştin.

Di çarçoveya lêpirsîna bûyerê de, 8 kes hatin girtin û îro jî hêzên ewlekariyê operasyonek necam dan û girtin ser malan. Di encamê de çar kesên din hatin girtin û li gor zanyariyan di nava girtiyan de, şaredarê DBPê yê navçeya Komûrê Yûsif Yuka jî heye.

Şaredarê DBPê Yûsif Yuka û girtiyên din hatine tometbarkirin ku pêwendiyên wan bi êrîşa PKKê re hene.

N.O