Mîranî: PDK dê li deriyê hemû aliyan bide
Fazil Mîranî ji Kurdistan24 re got, Partî ew berpirsiyarî li ser e ku, li deriyên hemû aliyan bide, heya projeyek hevbeş bo Bexdayê amade bikin
K24 – Navenda Nûçeyan
Sekreterê Politburo ya Partiya Demokrat a Kurdistanê tekez dike, Partî amade ye li deriyên aliyên nerazî bide. Fazil Mîranî ji Kurdistan24 re got, Partî ew berpirsiyarî li ser e ku, li deriyên hemû aliyan bide, heya projeyek hevbeş bo Bexdayê amade bikin.
Derbarê çûn a şanda herêma Kurdistanê bo Bexdayê Fazil Mîranî diyarkir, heya niha Bexda amade nîn e, lewma serdana wan digel aliyên Iraqê nediyar e.
Duhî di ahenga 72emîn sala damezrandina Partiya Demokrat a Kurdistanê de Serok Barzanî ji aliyên Kurdistanî xwestibû jib o parastina berjewedniyên gelê Kurdistanê hevgirtî bin û ligel şanda Partî û Yekîtî jib o Bexdayê hevpar bin.
C.B