Li Hesekê teqînekê rûda

Peyamnêrê K24ê da zanîn, berî bîstekê teqînek li bajarê Hesekê yê Rojavayê Kurdistanê rû da.

K24 – Navenda Nûçeyan

Peyamnêrê K24ê da zanîn, îro teqînek li bajarê Hesekê yê Rojavayê Kurdistanê rû da.

Peyamnêrê me got, li nêzîk Dibistana fêrkirina ajokariyê ya li çarêya Panorama bombeyk vedayî bi otombîlekê de teqiya.

Li gor zanyariyan, di encama teqînê de du kes birîndar bûn û bo nexweşxaneya Hesekê hatin veguhastin.

Piştî bûyerê teqînê, Hêzên Ewlehiya Navxweyî gihîşt cihê teqînê û dest bi lêkolînê kir.

 

S. B