PDK û YNK li gel Hevpeymaniya Hêzên Sunne dicivin
Civîn wê li avahiya polîtbîroya YNK li Hewlêrê bê lidarxistin û têde, karnameya hevbeş a 30 xalî, ku berî niha PDK û YNK bi hevbeşî amade kiribûn, wê were behskirin.
K24 - Navenda Nûçeyan.
Li gorî jêderekî taybet, Hevpeymaniya Hêzên Sunne, serdana Hewlêrê kiriye û ji bo pêkanîna mezintirîn firakisyona Perlemanî û pêkanîna Hikûmeta dahatî ya Iraqê, bi hevbeşî li gel Partiya Demokrat a Kurdistanê û Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê dicive.
Heman jêderî diyar kir, civîn wê li avahiya polîtbîroya YNK li Hewlêrê bê lidarxistin û têde wê karnameya hevbeş a 30 xalî, ku berî niha PDK û YNK bi hevbeşî amade kiribûn, were behskirin.
Hat ragihandin, ku her yek ji: Cemal Kerbûlî, Xemîs Xencer, Usama Nucêfî, Selîm Cibûrî û Ehmed Ebdella, endamên şanda Hevpeymaniya Hêzên Sunne ne.
Gotûbêjên pêkanîna mezintirîn kutleya Perlemanî, di navbera aliyên siyasî yên biserketî di hilbijartinên 12ê Gulanê de berdewam in û jêderên haydar didin xuyakirin ku, ew nêzîkî pêkanîna mezintirîn kutle bûne.
N.O