Îran li bendî pêkanîna Hikûmeta nû ya Iraqê ye

Behram Qasimî: Wek du welatên cîran, pêwendiyên me li gel Iraqê di astekî baş de ne û hevkarî û çûnûhatineke zêde di navbera me de heye.

K24 - Navenda Nûçeyan.

Peyvdarê binavê Wezareta Derve ya Îranê Behram Qasimî ragihand, ku astê pêwendî û hevkariyên welatê wî li gel Îraqê baş e û ew li bendî pêkanîna Hikûmeta nû ya Iraqê ne, daku karibin pirsên hevbeş di navbera herdu welatan de û pêwendiyên dualî pêş bixin.

Behram Qasimî got: Wek du welatên cîran, pêwendiyên me li gel Iraqê di astekî baş de ne û hevkarî û çûnûhatineke zêde di navbera me de heye, niha jî em dibînin ku li Iraqê gellek bizav ji tevahiya aliyan tên kirin daku Hikûmeta nû pêk bînin.

Got jî: Piştî ew hilbijartinên azadane, ku li Iraq hatin encamdan, em li bendî ne ku Hikûmeta nû were pêkanîn û emê piştre di hemû warên kerta taybet û Hikûmî de, di pirsên siyasî û hejmarek ji pirsên din de, pêwendiyên xwe bihêztir bikin.

N.O