Du berpirsên HDP û DBPê hatin binçavkirin
Şaredarê DBPê yê navçeya Komira Semsûrê Huseyn Yuka û Hevserokê Şaxa navçeya Gergerê ya HDPê Mehmûd Ozdemîr hatin binçavkirin.
K24 – Navenda Nûçeyan
Şaredarê DBPê yê navçeya Komira Semsûrê Huseyn Yuka û Hevserokê Şaxa navçeya Gergerê ya HDPê Mehmûd Ozdemîr hatin binçavkirin.
Beriya çend rojan, gerîlayên PKKê li Semsûrê êriş biribûn ser kargeheke Mermerê û di encamê de 13 otombêlên kar şewitandibûn û di pevçûnên sê rojan de jî 4 leşker hatibûn kuştin, 9 leşker jî birîndar bibûn.
Li ser bûyerê Artêşa Tirk li gundewarên Semsûrê dest bi operasyonê kir û j nêzîkî 30 kes binçav kirin.
Ji kesên ku hatine binçavkirin, Şaredarê DBPê yê Navçeya Komirê Huseyin Yuka, Hevserokê Şaxa Gergerê yê HDPê Mehmûd Ozdemîr û Hesen Tunç, bi tometa alîkariya PKKê hatin zîndanîkirin.
S. B