Amerîka, Fransa û Brîtanya Esed hişyar dikin
Amerîka, Fransa û Brîtanyayê hişyariyên tund didin Serokê Sûriyê, derbarê egera bikaranîna çekê kîmawî li parêzgeha Idlibê.
K24 – Navenda Nûçeyan
Amerîka, Fransa û Brîtanyayê hişyariyên tund didin Serokê Sûriyê, derbarê egera bikaranîna çekê kîmawî li parêzgeha Idlibê.
Li gor malpera “al-monitor”, her sê welatan Amerîka, Fransa û Brîtanyayê di daxuyaniyekê de nîgeraniya xwe derbarê êrîşa artêşa Sûriyê li ser Idlibê derbirîn, ku demek e dest pê kiriye.
Li gor daxuyaniyê, heger hat û Serokê Sûriyê Beşar Esed çekê kîmawî li Idlibê bikar bîne, dê karvedaneke wan li dijî wê êrîşê hebe.
Her di wê derbarê de, Şêwirmendê Asayişa Netewî ya Amerîka John Bolton li ser rewşa Idlibê ji “Reuters” re ragihandibû, ew gelekî ji rewşa leşekerî ya navçeyê nîgeran in û nabe ti cure êrîşeke kîmawî û bayolojî were bikaranîn.
Demek e artêşa Sûriyê amadekiriyên operasyona li ser Idlibê dike û bi berdewamî hêzê ber bi rojavayê Idlibê li hember çekdarên opozîsyona Sûriyê ve vediguhêze. Çend car in jî sêkoşeya li rojavayê Idlibê Deşta el-Xab, Çiyayê Kurdan û rojavayê bajarokê Cisr el-Şixûr topbaran dike.
Dîroka bikaranîna çekê kîmawî li Sûriyê û bi taybet ji aliyê rêjîmê vedigere 21ê Tebaxa 2013an de ku êrîşek bi gaza Sarînê li ser Xûtaya Rojhilatê Şamê hate kirin, di encamê de nêzîkî 300 welatiyan canê xwe jidest dan. Hêzên opozîsyonê jî gotin, ew êrîş ji aliyê Lîwaya 155 a artêşa Sûriyê ve hatibû kirin.
Roja 4 Nîsana 2017an, gundê Xan Şêxon û hin deverine din ji Idlibê bi çekê kîmawî (Gaza Sarîn û Klorê) hate bombebarankirin. Di encamê de bêhtir ji 100 kesî canê xwe jidest dan û bêhrir ji 400 kesên din jî birîndar û tûşî bihntengiyê bûn.
Herwiha roja 7ê Nîsana 2018an , firokeyên rêjîma Sûryê bi tundî êrîşî bajarê Dûma yê Xûta Rojhilatê Şamê kirin û li gorî raporên pizîşkî di wê êrîşê de, rêjîmê çekên kîmawî bikar anî û di encamê de bêtirî 100 welatiyên sivîl di nav de zarok û jin canê xwe ji dest dan û bi sedan jî birîndar bûn.
Wek bersivekê li ser êrîşa kîmawî ya li ser bajarokê Dûmayê, her yek ji Amerîka, Birîtanya û Frensa, çend bingeh û baregehên serbazî li Şama paytext û derdora wê bombebaran kiribûn.
S. B