3 top li taxên Kurdan ên Xurmatûyê ketin
Sê topên Hawinê li taxên Kurdî ên bajarokê Xurmatûyê ketin, di encamê de jî birîndar ziyanên madî çê bûn.
K24 – Navenda Nûçeyan
Sê topên Hawinê li taxên Kurdî ên bajarokê Xurmatûyê ketin, di encamê de jî birîndar ziyanên madî çê bûn.
Li gor zanyariyên peyamnêrê K24ê, îro sê topên Hawinê li taxên Kurdnişîn Îmam Ehmed, Eskerî û navenda bajarokê Xurmatûyê ketin.
Peyamnêrê me da zanîn jî, di encama ketina topên Hawinê de kesek birîndar bû û ziyanên madî gihîştin xaniyan.
Nehat zanîn, ew topên Hawinê ji çi aliyê çi aliyekî yan grûpekê ve hatine avêtin.
Bajarokê Xurmatûyê yê li başûrê Kerkûkê ji piştî bûyerên 16 Cotmeha 2017an de radestî Heşda Şeibî bû û ji ber wê jî hejmarek mezin ji xelkê wê koçber bûn û piraniya mal û milkên welatiyên Kurd hatin talankirin û şewitandin.
S. B