Kurdên Ewropayê bo Efrînê li pêşiya Parlemantoya Ewropî man digirin

Insiyatîfa Kurdî li Ewropayê ji bo şermezarkirina dagîrkirin û kiryarên artêşa Tirkiyê û grûpên çekdar ên ser bi wê ve li Efrînê banga mangirtinekê li pêş Parlemantoya Ewropayê li Brûkselê dike.

K24 – Navenda Nûçeyan

Insiyatîfa Kurdî li Ewropayê ji bo şermezarkirina dagîrkirin û kiryarên artêşa Tirkiyê û grûpên çekdar ên ser bi wê ve li Efrînê banga mangirtinekê li pêş Parlemantoya Ewropayê li Brûkselê dike.

Insiyatîfa Kurdî li Ewropayê di daxuyaniyekê de bang li revanda Kurdî a li Ewropayê kir, ku roja 25ê vê mehê li Brûkselê li pêşiya Parlemantoya Ewropî beşdarî mangirtinê bibin.

Diyar kir jî ku mangirtin dê ji bo van armancan be:

Bidawîkirina dimildest a dagîrkeriya leşkerî ji Efrîn û gundên wê re.

Rawestandina bicihkirina xelkê biyan li cih û malên Efrîniyan û rawestandina guhartina demografî li Efrînê.

Xistina fişarê li ser aliyên pêwendîdar bo rêdayîna ji xelkê Efrînê re ku vegerin ser mal û mikên xwe û vegerandina tiştên hatine dizîn û talankirin.

Parastina kelepûr, çand û zimanê Kurdî li Efrînê.

Artêşa Tirkiyê û grûpên çekdar ên ser bi wê ve di 18ê Adara bûrî de Efrîn dagîrkirine û ji wê demê ve binpêkirinên mafên mirovan ji dizî, talan, revandin û eşkencedana welatiyên Efrînê berdewam e.

 

S. B