Tirkuman dixwazin rewşa Kerkûkê li gel Herêma Kurdistan çare bikin
Serokê Bereya Tirkumanî Erşed Salihî di peyamekê de, daxwaz ji aliyên Kurdistanî li Herêma Kurdistanê kir, ku li ser maseya danûstendinan behsa pirsgirêkên Kerkûk û navçeyên din ên Kurdistanî bikin.
K24 - Navenda Nûçeyan.
Bereya Tirkumanî li Kerkûkê, ji bo çarekirina rewşa Kerkûkê, daxwaza danûstendinê li gel aliyên Kurdî dike.
Ji bo gotûbêjkirina rewşa Kerkûkê, serokê Bereya Tirkumanî Erşed Salihî di peyamekê de, daxwaz ji aliyên Kurdistanî li Herêma Kurdistanê kir, ku li ser maseya danûstendinan behsa pirsgirêkên Kerkûk û navçeyên din ên Kurdistanî bikin.
Serokê Bereya Tirkumanî daxwaza jinûpêkanîna nivîsgeha Kerkûkê ya hilbijartinan kir, berî destpêkirina hilbijartinên civatên parêzgehan, ku biryar e, di Berçileya îsal de, bên encamdan.
N.O