Amerîka sizayan li Rûsya bicî dike

Pêşbînî heye di Mijdara dahatî de jî, hin sizayên din li ser Rûsya bên sepandin û Amerîka astê nûneratiya xwe ya dîplomatîk li gel Rûsya nizim bike.

K24 - Navenda Nûçeyan.

Wezareta derve ya Amerîka ragihand, sizayên nû yên Amerîka, ku ji ber doseya sîxurê Rûsî Sergei Skripal, li ser Rûsya sepandiye, wê di roja 27/8/2018an de, bên bicîkirin.

Medya Rûsî ji ser zimanê berpirsekî di wezareta derve ya Amerîka de ragihand, ew dema yasayî, ya ku hatibû diyarkirin, ji roja 22ê vê mehê ve bidawî hatiye û pêşbînî heye, roja 27ê vê mehê ew siza bikevin warê bicîkirinê de.

Hikûmeta Amerîkî roja 8/8/2018an ragihand, ku bi sedema bikaranîna çekên kîmawî di Adara derbasbûyî de, li bajarê Salisbury yê Birîtanya li dijî efserê berê di hewalgiriya Rûsî de (Sergei Skripal) ku di encamê de ew û keça wî hatin jehrîkirin, wê Washington Mosko bide sizadan.

Pêşbînî heye di Mijdara dahatî de jî, hin sizayên din li ser Rûsya bên sepandin û Amerîka astê nûneratiya xwe ya dîplomatîk li gel Rûsya nizim bike.

N.O