Parêzerê Trump hişyariyê ji çêbûna raperînekê li Amerîka dide

Parêzerê serokê Amerîka Donald Trump: Ger tedbîr bên kirin ji bo dûrxistina Trump ji postê serokatiyê, eger heye ku li Amerîka raperîn çêbibe.

K24 - Navenda Nûçeyan.

Parêzerê serokê Amerîka Donald Trump (Rodolf Joliany) ragihand, ger tedbîr bên kirin ji bo dûrxistina Trump ji postê serokatiyê, eger heye ku li Amerîka raperîn çêbibe.

Rodolf Joliany ji tora Sky News re got: Eger heye ji ber sedemên siyasî Trump ji kar bê dûrxistin, lê wê demê, wê gelê Amerîka bikeve girevê de û serhildanê bike.

Ev yek di demekê de, ku berî niha Donald Trump bi xwe jî, di dîdarekê de li gel kenala Fox And Friends gotibû: Ger ez ji postê xwe bêm dûrxistin, eger heye bazara diravî biherife.

Bi sedema mikurhatina parêzerê Trump (Michel Kohin) li pêşya dadgeha New Yorkê, hin alî behsa dûrxistina Trump ji postê wî dikin. Ji ber ku ew parêzer mikur hatibû, ku li ser rênimayên Trump û bi armanca zêdekirina bandorê li ser encamên hilbijartinan, ew bi hin çalakiyan rabû û hin pere bi awayekî neyasayî ji kempîna hilbijratinan re terxan kir û ew yek li ser daxwaza Trump bi xwe bû.

N.O