Leyla Birlik daxwaza penaberiyê li Yunanistanê kir

Parlementera berê ya HDP daxwaza penaberiyê li Yunanistanê kir. Ligor rojnameya Kathimerini ya yunanî, piştî binçavkirina Leyla Birlik, ifadeya wê hate girtin û serbest hate berdan...

K24 – Navenda Nûçeyan

Parlementera berê ya HDP daxwaza penaberiyê li Yunanistanê kir. Ligor rojnameya Kathimerini ya yunanî, piştî binçavkirina Leyla Birlik, ifadeya wê hate girtin û serbest hate berdan. Parlementera berê ya Şirnexê ya HDP Birlik, her piştî serbestberdan a xwe daxwaza penaberiyê li Yunanistanê kir.

Birlik li Tirkiye, bi egera bangeşeya rêxistina terorê û biçûkxistin a Serokomar hatibû girtin, lê paşî bi mercê qedexeya derketina derveyî Tirkiye, hatibû serbest berdan. Ligor agahdariyan leyla Birlik, bi rêyên neyasayî derbasî Yunanistanê bû ye û jiber vê egerê jî hatibû binçav kirin.

Leyla Birlik, di hilbijartinê dawî yên li Tirkiye meha Hezîran a îsal de jî, wekî namzet a Parlementoyê hatibû destnîşankirin, lê Komisyona Bilind a Hilbijartinan nave wê red kiribû.

 

 

C.B