Herêma Kurdistanê li ser kêmbûna karebê daxuyanî da

Herdu wezaretên Karebê û Samanên siruştî yên Herêma Kurdistanê, li gel Kompanya Dana Xaz, mijûlî çarekirina wê kêşeyê ne û çaverê ye, di nava 24 demjimêran de, rewş normal bibe.

K24 - Navenda Nûçeyan.

Di daxuyaniyekê de, Wezareta Karebê ya Herêma Kurdistanê ragihand, ku bi sedema kêşeyeke teknîkî, 900 mêgawat ji kareba tora niştimanî kêm bûye.

Li gorî daxuyaniya Wezareta Karebê: Em welatiyên hêja haydar dikin ku bi sedema kêşeyeke teknîkî nişkave, di boriya xaza Kormoru de û rawestana şandina xaza siruştî ji bo wêstgeha Hewlêrê ya xazî, tevahiya yekeyên wêstgehê rawestiyan e û berhemanîna kareba niştimanî bi qasî 900 mêgawatî kêm bûye.

Di beşekî din ê daxuyaniyê de hatiye: Niha herdu wezaretên Karebê û Samanên siruştî yên Herêma Kurdistanê, li gel Kompanya Dana Xaz, mijûlî çarekirina wê kêşeyê ne û çaverê ye, di nava 24 demjimêran de, rewş normal bibe.

N.O