YNK: Divê ji Bexdayê re dem ji bo bicîkirina dozên Kurdan bê danîn
YNK: Bila milmilana me li Herêma Kurdistanê li ser demokratiyê û çespandina dadmendiyê û zelaliyê be û divê li Bexdayê jî, em milimlaneyê li ser mafên gelê Kurdistanê bikin.
K24 - Navenda Nûçeyan.
Perlemanterê Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (Bextiyar Şawês) bi riya Kurdistan24ê, daxwaz ji aliyên nerazî yên Herêma Kurdistanê kir, ku pirsên taybet yên Herêma Kurdistanê ji yên Iraqê cuda bikin.
Bextiyar Şawês diyar kir, ku: Divê rewşa Iraq ji Herêma Kurdistanê bê cudakirin, ji ber ku piroseya siyasî ya Iraq û ya Herêma Kurdistanê ji hev cuda ye.
Şawês got: Bila milmilana me li Herêma Kurdistanê li ser demokratiyê û çespandina dadmendiyê û zelaliyê be û divê li Bexdayê jî, em milimlaneyê li ser mafên gelê Kurdistanê bikin.
Navhatî got jî: Pêwîst e wek Kurd, em vê carê li Bexdayê seqfekî demî deynin, aliyên navdewletî li nav rêketinên me beşdar bin, heger daxwazên Kurdan di wî seqfê demî de nehatin bicîkirin, emê xwe ji Hikûmeta Iraqê bikişînin.
N.O