Rûhanî doza xweragiriyê ji Îraniyan dike

Serokê Îranê Hesen Rûhanî soza kêmkirina kêşeyan da xelkên Îranê û ji wan xwest, ku beramberî fişaran xweragir bin.

K24 - Navenda Nûçeyan.

Serokê Îranê Hesen Rûhanî soza kêmkirina kêşeyan da xelkên Îranê û ji wan xwest, ku beramberî fişaran xweragir bin.

Hesen Rûhanî di gotinekê de, ku di merasîma Hefteya Dewletê de, li Taranê pêşkêş kir, ji xelkên Îran xwest ku li pêşiya fişarên li ser welatê wan, xweragir bin û soz da, ku hemû bizavan bike, daku kêşeyên xelkên Îranê kêm bike.

Rûhanî diyar kir, ku ew ha ji kêşe û azarên xelkên Îranê heye û tekez kir ku hemû bizavan ji bo çarekirina wan kêşeyan bike.

Li gel vegerandina dorpêç û sizayan li ser Îranê, niha ew welat rastî kirîzeke abûrî hatiye û xelkên Îranê bi awayekî berdewam xwepêşandanên nerazîbûnê saz dikin.

N.O