Sê çekdarên Heşda Şeibî li Şingalê şewitîn

Li Şingalê agir bi otombêleke Heşda Şeibî ket û sê çekdar di nav de şewitîn ku di encamê de, du çekdaran canê xwe jidest dan.

K24 - Navenda Nûçeyan.

Li Şingalê agir bi otombêleke Heşda Şeibî ket û sê çekdar di nav de şewitîn ku di encamê de, du çekdaran canê xwe jidest dan.

Peyamnêrê Kurdistan24ê li Şingalê (Mahîr Şingalî) ragihand, ku îro di bûyerekê de li nêzîkî navenda bajarê Şingalê, dema ku kerwanekî otombêlên Heşda Şeibî ji Tele'ifer gihişte Şingalê, agir bi otombêlekê ji wan otombêlan ket û di encamê de, du çekdaran canê xwe jidest dan û yekî din jî birîndar bû.

Qayimqamê sepandî yê Şingalê (Fehed Hamid) ji Kurdistan24ê re got: Îro berî nîvro, li ser riya hêla 47an, ku Iraq û Sûrya bi hev girê dide, di dema bicîkirina erkên xwe de, agir bi otombêleke Heşda Şeibî ket û sê çekdar bi giranî birîndar bûn, piştre du ji wan çekdaran canê xwe jidest dan û termên wan ji bo Tele'ifer hatin veguhestin, yê birîndar jî, ji bo nexweşxaneya serbazî ya Heşdê li gundê El-Werdiye hat veguhestin.

Ev yek di demekê de ye, ku çend rojan berî niha, çekdarên Heşdê ji devera Şingalê vekişiyan, lê gellek caran, ji devera Be'ac û Tele'ifer tên Şingalê.

N.O