Peyvdarê YPGê nûçeya tevlîbûna operasyona Idlibê red dike
Peyvdarê Fermî yê Yekîneyên Parastina Gel (YPG) Nûrî Mehmûd radigihîne, operasyona Idlibê berdewamiya bazara li Sochî û Astanyê ya di navbera Tirkiye û Îran û Rûsyayê de ye. Rûsya û Tirkiye naxwezin aramî û çareseriya siyasî li Sûriyê bipêş keve.
K24 – Navenda Nûçeyan

Peyvdarê Fermî yê YPGê Nûrî Mehmûd beşdarî bernameya “Basî Roj” a K24ê bû û li ser beşdariya YPGê di operasyona Idlibê de got: Ti rastiya wê nûçeyê nîn e. Hin dezgehên ragihandinê yên ser bi Tirkiyê ve ev nûçe belav kirine. Operasyona Idlibê şanoyek di navbera Rûsya û Tirkiyê de ye û di berjewendiya wan welatan de ye, ne di berjewendiya gelê Sûriyê de ye.
Herwiha got, operasyona Idlibê berdewamiya bazara ku li Sochî û Astanyê di navbera Tirkiye û Îran û Rûsyayê de ye. Rûsya û Tirkiye li ser Idlib û Sûriyê bi giştî di bazarê de ne û naxwezin aramî û çareseriya siyasî bipêş keve, ji ber ku ew yek nakeve berjewendiyên wan.
Herwiha got: “Ji şerê Efrînê û vir ve tiştê em di hundirê Sûriyê de dibînin ku Rûsya şer dike, ne artêşa Sûriyê. Me xwast ku rêjîma Sûriyê were Efrînê û yekpariya axa Sûriyê biparêze, lê ew ne xwedî wê karînê û wê biryarê bû. Niha jî li Idlibê Sûriyê nikare, heger şer bibe, Rûsya dê şerê li Idlibê bike.”
S. B