Wezîrê Berevaniya Îranî li gel Esed dicive
Serdana Hatimî di demekê de ye, ku zanyariyên nihênî eşkere bûne, didin xuyakirin ku Rûsya û Amerîka li ser derxistina hêzên Îranî ji Sûryê, lihev kirine.
K24 - Navenda Nûçeyan.
Îro wezîrê berevaniya Îranê Emîr Hatimî bi seredaneke fermî gihişte Şamê û biryar e li gel serokê Sûryê Beşar Esed û wezîrê berevaniya Sûrî bicive.
Li gorî ajansa Tesnîm a Îranî, dema Hatimî gihişte Şamê, ragihand ku ew hêvîdar in, di qunaxa jinûavakirina Sûryê de, rola Îranê jî hebe.
Jêderên haydar ji medya Îranî re eşkere kirine, wê herdu alî mijarên girêdayî pêşhatên şer û berfirehkirin û bihêzkirina pêwendiyên di navbera Şam û Tehranê de gotûbêj bikin.
Serdana Hatimî di demekê de ye, ku zanyariyên nihênî eşkere bûne, didin xuyakirin ku Rûsya û Amerîka li ser derxistina hêzên Îranî ji Sûryê, lihev kirine.
Heman jêderan diyar kirin, ku seredana Wezîrê Berevaniya Îranê jib o Sûryê, wê du rojan berdewam bike.
Ji aliyekî din ve, duh Wezareta Berevaniya Rûsî ragihand, ku keştiya cengî ya Amerîkî (USS The Sullivanis) gihiştiye Kendava Erebî û 56 mûşekên Kruz li ser pişta wê ne.
Peyvdarê bi navê Wezareta Berevaniya Rûsî (Igor Konashinkov) diyar kir, ku keştiya mûşekavêj a Amerîkî B-1B, jî gihiştiye bingeha (Udêd) ya Amerîkî li Qeterê û 24 mûşekên bibask ji corê (AGiM-158 JASSiM) li ser pişta wê ne.
Igor Konashinkov tekez kir, ku herdu keştiyên cengî yên Amerîkî, hatine navçeyê, daku êrîşeke mûşekî li dijî hêzên rêjîma Sûryê encam bidin.
Hevdem li gel daxuyaniyên Konashinkov, Wezareta Derve ya Rûsya jî, hişyariyeke tund da Amerîka û got: Em hişariyê didin Amerîka û hevpeymanên wê, ku êrîşeke dînane li dijî Sûryê encam bidin.
Wezareta Derve ya Rûsî got jî: Welatên rojavayî, li bihaneyekê digerin, daku rêjîma Sûryê biguherin.
N.O