Serok Barzanî: Mccain wê di bîra me de bimîne

Serok Barzanî: Bi xembariyeke mezin, me nûçeya koça dawî ya sînator John Mccain bihîst, di beramber piştevanî û dostaniya wî de ji bo gelê Kurd, ewê di bîranînên me de bimîne.

K24 - Navenda Nûçeyan.

Serok Mesûd Barzanî, li ser koça dawî ya, meznê sînatorên Amerîkî û dostê gelê Kurd (John Mccain), peyamek sersaxiyê li ser Twitter a xwe belav kir.

Serok Barzanî dibêje: Bi xembariyeke mezin, me nûçeya koça dawî ya sînator John Mccain bihîst, di beramber piştevanî û dostaniya wî de ji bo gelê Kurd, ewê di bîranînên me de bimîne.

Di gellek qunaxên giring ên dîroka gelê Kurd de, John Mccain gellek helwestên balkêş ji bo piştevaniya gelê Kurdistanê nîşan da.

Di 15ê Çileya 2017an de, Mccain ji Hikûmeta Amerîkî xwest, ku rasterê hêzên Pêşmergên Kurdistanê çekdar bike, bêyî ku destûrê ji Bexdayê bistîne.

Di 23ê Sibata 2017an de, Mccain serdana Rojavayê Kurdistanê kir û tekezî li ser piştevaniya xwe ji bo têkoşîna hêzên Kurdî li dijî çekdarên DAIŞê kir.

Di 16ê Cotmeha 2017an de, hevdem li gel leşkerkêşiya Artêşa Iraqê û Heşda Şeibî ber bi navçeyên Kurdistanî û Kerkûkê ve, John Mccain hişyarî da Ebadî û Hikûmeta Iraqê û ragihand, bikaranîna çekên Amerîkî li dijî Kurdan, wê encamên karesatbar li ser Bexdayê bi xwe re bîne û baştir e ku Bexda ji vê peyama me, baş fêm bike.

Di 27ê Cotmeha sala 2017an, piştî bûyerên 16ê Cotmehê û dagîrkirina beşekî ji axa Kurdistanê ji aliyê Artêşa Iraqî û Heşda Şeibî ve, Mccain ji rêveberiya Trump xwest, ku stiratîjiyeke nû deyne û bi awayekî bihêz piştevaniya Kurdan bike û rê li ber, belavbûna hejmûna Îranê li ser Rojhilata Navîn, bi taybetî li ser Iraq û Sûrya bigire û ragihand, ku ew çekên Amerîka radestî Iraqê kiriye, ji bo şerê li dijî DAIŞê ne, neku ji bo li dijî Kurdan bên bikaranîn.

N.O