Nêçîrvan Barzanî: Jidestdana Mccain ji gelê Kurdistanê re ziyaneke mezin e
Nêçîrvan Barzanî: John Mccain berdewam û di her derfetekê de, wî bi hemû bizavên xwe bergirî di ber gelê Kurdistanê û mafên wan de dikir û dixwest Kurd mafên xwe bistînin û mafên wan parastî bin.
K24 - Navenda Nûçeyan.
Serokwezîrê Herêma Kurdistanê (Nêçîrvan Barzanî) li ser koça dawî ya mezinê sînatorên Amerîkî û dostê gelê Kurd, peyameke sersaxiyê belav kir û got: John Mccain dostê dilsoz ê gelê Kurdistanê bû.
Nêçîrvan Barzanî di peyama xwe de dibêje: Koça dawî ya siyasetvanê bilîmet û dostê dilsoz ê gelê Kurdistanê John Mccain, em ji dil xemgîn kirin, em sersaxiyê ji malbata wî re dixwazin û ji Xwedayê Mezin bihêvî me, ku canê wî bi buhişta xwe ya fireh şa bike û di vê dema dijwar de, alîkariya malbata wî bike.
Serokwezîrê Herêma Kurdistanê got jî: Jidestdana Mccain ji gelê Kurdistanê re ziyaneke mezin bû, ew xemxur û parêzerê bidestxistina mafên Kurdan bû, berdewam û di her derfetekê de, wî bi hemû bizavên xwe bergirî di ber gelê Kurdistanê û mafên wan de dikir û dixwest Kurd mafên xwe bistînin û mafên wan parastî bin. Gelê Kurdistan ti carî dilsozî û piştevaniya birêz Mccain jibîr nake û hertim wê rêzê li bîranîna wî bigire.
N.O