Aliyên nerazî hevpeymaniya xwe ragihand
Her çar aliyên ji encamên hilbijartinên Parlemantoya Iraqê nerazî ku ji Tevgera Goranê, Yekgirtûya Îslamî, Hevpeymaniya bo Dadperwerî û Demokratiyê û Komela Îslamî pêk tên, hevpeymaniya xwe bo parlemantoya Iraqê ragihandin.
K24 – Navenda Nûçeyan

Piştî civîna îro ya her çar aliyan, di konferanseke rojnamevanî de hevpeymaniya xwe bo beşdariya di proseya siyasî ya Iraqê de ragihand û tekezî li ser dariştina karnameyeke hevbeş ji hevpeymaniya xwe re kirin.
Amaje bi wê jî dan, pêwîst e pêdeçûn di proseya siyasî ya Iraqê de bê kirin.
Piştî ragihandina encamên hilbijartinên Parlemantoya Iraqê, aliyên nerazî yên Herêma Kurdistanê çend civîn bo pêkanîna hevpeymaniyekê encam dan.
Roja 12ê Gulanê encamên hilbijartinên Parlemantoya Iraqê hatin ragihandin, lê hejmarek ji aliyên Herêma Kurdistanê nerazîbûna xwe ji wê proseyê nîşan dan û tane li encaman dan, loma careke din deng bi destan hatin hejmartin, lê ti guhartin di hejmara kursiyan de nehat kirin.
S. B