Wezîrê Bergîriyê yê Sûriyê: Idlibê digirin

Wezîrê Bergîriyê yê Sûriyê tekez dike ewê bajarê Idlibê kontrol bikin, çi bi zora hêzê be yan jî bi rêkeftinan be.

K24 – Navenda Nûçeyan

Wezîrê Bergîriyê yê Sûriyê tekez dike ewê bajarê Idlibê kontrol bikin, çi bi zora hêzê be yan jî bi rêkeftinan be.

Wezîrê Bergîriyê yê Sûriyê Îmad Elî Ebdulah Eyûb di hevdîtina ligel hevpostê xwe yê Îranî Emîd Emîr Hatimî de tekez kir, Idlib dê vegere hembêza rêjîma Sûriyê û dê hemû xaka Sûriyê ji terorê bê rizgarkirin, çi bi riya operasyonên leşkerî be, yan bi riya rêkeftinan be.

Demek e artêşa Sûriyê amadekiriyên operasyona li ser Idlibê dike û bi berdewamî hêzê ber bi rojavayê Idlibê li hember çekdarên opozîsyona Sûriyê ve vediguhêze

Ji aliyê xwe ve, Şêwirmendê Asayişa Niştimanî ya Amerîka John Bolton duh got: Niha Amerîka çavdêriya pilanên Hikûmeta Sûryê dike, bi taybetî amadekariyên operasyona serbazî li dijî Idlibê, ku tevahiya girûpên opozisyonê li wir kom bûne.

Bolton got jî, heger rêjîma Sûryê çekên kîmawî li dijî welatiyên wî bajarî bikar bîne, emê bihêz û bitundî bersiva rêjîma Sûriyê bidin.

 

S. B