TEVDEM: Devera dijî firînê di berjewendiya xelkê de ye
Hejmarek ji pisporên Amerîkî nexşerêyek ji çend xalan pêk tê pêşinyarî rêveberiya Amerîkî dike, tê de bakurê Sûriyê devereke ji çekan qedexekirî destnîşan dike, siyasetmedarên Kurd jî vê yekê di berjewendiya xelkê de dibînin, û hin din jî dibînin ku heye ev yek pirsgirêkan ji aliyê hin dewletan ve peyda bike.
K24 - Qamişlo
Hejmarek ji pisporên Amerîkî nexşerêyek ji çend xalan pêk tê pêşinyarî rêveberiya Amerîkî dike, tê de bakurê Sûriyê devereke ji çekan qedexekirî destnîşan dike, siyasetmedarên Kurd jî vê yekê di berjewendiya xelkê de dibînin, û hin din jî dibînin ku heye ev yek pirsgirêkan ji aliyê hin dewletan ve peyda bike.
Digel destnîşankirina şanderekî Amerîkî ya nû ji bo Sûriyê, hejmarek ji pisporên Amerîkî nexşerêyek pêşkêşî rêveberiya Amerîkî dikin ku ji çend xalan pêk tê, di nava de xala avakirina devereke aram di herêma bakurê Sûriyê de ku ji firokeyan û hêzên bejayî qedexekirî be, di demekê de ku kar ji bo diyalogê di navbera rêjîma Sûriyê û Meclîsa Sûriyeya Demokratîk (MSD) de berdewam e.
Serkirdeyên Tevgera Civata Demokratîk (TEV DEM) dibînin ku mabûna Amerîkiyan di deverê de bi hêztir dibe û ev yek jî dê ji berjewendiyên xelkê bakûrê Sûriyê be. Herwiha li ser wê yekê tekez jî dikin ku sepandina deverên aram dê bihêle rêjîm bi cidî danûstandinan bike.
Berpirsê Nivîsgeha Têkiliyan di TEV DEM`ê de Ebdulselam Ehmed li ser vê yekê ji K24ê re wiha axivî: “Ev proje dê bihêle ku rêjîm bêhtir bikeve bin fişarekê û dê cidî diyalogê bike û gavinan di vî warî de bavêje û dê bikeve baweriyekê ku Sûriye careke din venagere wek berî 2011an. Îro HSDê li ser erdê hem siyasî û leşkerî hejmareke xurt e di hevkêşeya Sûriyê de.”
Li gorî pêşinyarên Amerîkî dê şere li dijî DAIŞê berdewam be û dê rola Îranê jî di Sûriyê de lawaz bikin, ji hêleke din ve hin siyasetmedarên Kurd dibînin ku berjewendiyên Amerîka di Sûriyê de zêde dibin û ji bo parastina wan Amerîka dê hemû karînên xwe bike. tekez dikin ku eger ev pêşinyar bicî bibe dê gelek alozî derkevin hole, nemaze ji aliyê Tirkiyê ve.
Sekretêrê Partiya Demokrat a Kurd (el-Partî) Nisredîn Ibrahîm dibêje: “Partiya AKPê hêviyên wê yên pir mezin ji bo vegerandina dewleta Osmanî û vê yekê venaşêre jî, ji Helebê ta Şingalê û Kerkûkê û wîlayeta Mûsilê dibîne. Di baweriya min de sînorê Tirkiyê bi rêkeftina bi Amerîkayê ya li ser Minbicê re hate danîn, lê tiştekî nedûr nîn e, heger Tirkiye ji derveyî planên Amerîkî xwe bilebitîne, Amerîkî dê li wê jî bide.”
Li gorî pêşinyarên Amerîkî digel Rûsiyayê û biryarên Netewên Yekgirtî de û bi taybet biryara 2254 piroseya siyasî dê birêve here, ku hikûmeteke veguhêz bêyî Serokê Sûriyê Beşar Esed Sûriyê birêve bibe, herwiha sizayan dê li ser piştgirên rêjîmê mîna Îranê bisepînin, di demekê de hin şopîner dibînin ku Rûsiya û rêjîma Sûriyê derbarê van planan dê bêdeng nemînin.