Vîdyoya êrîşa çekdarî ya Amerîka hat belavkirin
Şevê din li bajarê Jacksonville ê wîlayetî Florida li Amerîka, çekdarekî li navendeke lîstikên eliktironî, teqe li kesên amadebûyî kir, di encamê de, 4 kes hatin kuştin û 11 birîndar bûn.
K24 - Navenda Nûçeyan.
Şevê din li bajarê Jacksonville ê wîlayetî Florida li Amerîka, çekdarekî li navendeke lîstikên eliktironî, teqe li kesên amadebûyî kir.
Berpirsên wî bajarî diyar kirin, ku di encama bûyerê de, 4 kes hatin kuştin û 11 kesên din jî birîndar bûn.
Li gorî kenala BBC, çekdarê ku ew êrîş encam daye, bi navê David Katz e, temenê wî 24 sal e, gava derbasî hola lîstikên eliktironî bûye, teqe li kesên amadebûyî kiriye û di encamê de 4 kes hatin kuştin û 11 birîndar bûn.
Heman kenalê diyar kir, ku piştî kuştin û birîndarkirina wan kesan, David bi gulleyekê jiyana xwe bidawî aniye.
Di parçe vîdyoyekê de, ku li ser torên têkiliya civakî hatiye belavkirin, kêlîka encamdana êrîşê hatiye tomarkirin û têde, du kesên ketine ber êrîşê de diyar dibin, piştre wêne namîne û dengê teqeyê û hewara amadebûyan tê bihîstin.
N.O