Tirkiye: Di heftiyekê de 26 gerîlayên PKKê hatine kuştin

Wezareta Navxwe ya Tirkiyê: Ji bîst heya bîst û heftê vê mehê, hêzên ewlehiya Tirkiyê du hezar û sed û pêncî û şeş operasyon li dijî hemû rêxistinan terorîst encam dane.

K24 - Navenda Nûçeyan.

Wezareta Navxwe ya Tirkiyê ragihand, ku di dema heftiyekê de, wan bîst û şeş gerîlayên PKKê kuştine, ku pênc ji wan di nav lîsta daxwazkiriyan de bûn.

Li gorî daxuyaniyeke Wezareta Navxwe ya Tirkiyê, ji bîst heya bîst û heftê vê mehê, hêzên ewlehiya Tirkiyê du hezar û sed û pêncî û şeş operasyon li dijî hemû rêxistinan encam dane, ku Hikûmeta Tirkiyê weke rêxistinên terorîst binav dike.

Di daxuyaniyê de hatiye, ku di wan operasyonan de, bîst û şeş gerîlayên PKKê hatine kuştin, herwiha sîh û sê kes bi tometa endamtiya PKKê hatine girtin, ji bilî wan ji, bîst û sê kesên din jî, bi tometa endamtiyê di Tevgera Gulen de hatine girtin.

Ji aliyê xwe ve, heya niha PKK ti daxuyanî neda ye û amarên ku ji aliyê wezareta navxwe ya Tirkiyê ve hatine belavkirin, red nekiriye.

N.O