PDK û YNK di çarçova pêkanîna hikûmeta dahatî de dicivin
Polîtburoya Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) û Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) bo guftûgokirina li ser pêkanîna hikûmeta dahatî ya Iraqê di civînê de ne.
K24 – Navenda Nûçeyan
Polîtburoya Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) û Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) bo guftûgokirina li ser pêkanîna hikûmeta dahatî ya Iraqê di civînê de ne.
Peyamnêrê K24ê li Hewlêrê da zanîn, şanda Polîtburoya PDK bi Serokatiya Fazil Mîranî û şanda Polîtburoya YNKê bi serokatiya Mela Bextiyar li baregeha Polîtburoya YNKê li Hewlêrê di civînê de ne.
Got jî: “PDK û YNKê di civînê de encama hevdîtinên xwe bi aliyê Iraqê re ên bo pêkanîna hikûmeta dahatî guftûgo dikin. Biryar e jî piştî civînê şandeke hevbeş a PDK û YNKê bi şanda 4 aliyên siyasî yên Iraqî re bicive.”
Şandeke hevbeş ji Saîrûn (Muqteda Sedir), Nesir (Heyder Ebadî), Weteniye (Eyad Elawî) û Hîkme (Emar Hekîm) ji bo pêkanîna mezintirîn koma parlemantoyê îro hatiye Hewlêrê.
Berî demekê PDK û YNKê li ser wê yekê lihev kiribûn, ku bi projeyeke hevbeş beşdarî guftûgoyên pêkanîna hikûmeta dahatî ya Iraqê bibin.
S. B