Barzanî û 4 aliyên Iraqî mîkanîzma dubarenebûna şaşiyên hikumraniya Iraqê guftûgo dikin
Serok Mesûd Barzanî û şanda hevbeş a 4 aliyên siyasî yên Iraqê ku ji lîsta (Saîrûn, Nesir, Hîkme û weteniye) pêk hatine, tekezî li ser pabendbûn û cibicîkirina her sê perensîpên hevbeşî, lihevkirin û hevsengiyê di proseya siyasî de û beşdariya hemû pêkhateyên Iraqê di kihumraniyê de dikin.
K24 – Nvaenda Nûçeyan

Roja Duşem 27.08.2018 li Selaheddîn Serok Mesûd Barzanî pêşwaziya şandekî hevbeşa Lîsta (Saîrun û Nesir û Hîkme û Wetenî) ya Iraqê kir.
Di civînê de şanda mîhvan ji bilî balkişandina li ser pêgeha dîrokî û siyasî ya Serok Barzanî li xebata dijî dîktatorî û hewlên ji bo avakirina Iraqa nû, di derbarê paşaroja proseya siyasiya Iraqê û çawayiya pêkanîna hikûmeta nû û hilbijartina her sê serokayetiyan û mekanîzmên karkirin û mîsogerî bi cîhkirina rêkkeftina di navbera aliyan de bîr û ramanên xwe ji bo Serok Barzanî xistin rû.
Li beşekî dinê vê civînê de di derbarê wan şaşiyên siyasî de danustandina bîr û ramanan kirin ku li qonaxa piştî 2003 li proseya siyasiya Iraqê û hukimdarî da hatine encamdan û ronahî xistin li ser wan mekanîzman ku rêgir dibin li dûbarebûna şaşiyan.
Her li vê civînê de tekez li ser pabendbûn û bi cîhkirina her sê prensîpên hevbeşî û tewafuq û parsengiya li proseya siyasî û beşdariya hemû pêkhatên Iraqê li hukimraniyê da kirin.
S. B