Hozên Erebên Sune hişyariyê ji egera êrîşkirina li ser Kurdên Kerkûkê didin

Hozên Erebên navçeyên Kurdistanî yên li derveyî îdareya Herêma Kurdistanê bersiva daxuyaniya Encûmena Erebî ya Kerkûkê didin û bi vitneya taifî û derxistina aloziyê tometbar dike, ku gotibû “Heger Pêşmerge û asayiş vegerin parêzgeha Kerkûkê, ew ê derkevin ser kolanan.”

K24 – Navenda Nûçeyan

Hozên Erebên navçeyên Kurdistanî yên li derveyî îdareya Herêma Kurdistanê bersiva daxuyaniya Encûmena Erebî ya Kerkûkê didin û bi vitneya taifî û derxistina aloziyê tometbar dike, ku gotibû “Heger Pêşmerge û asayiş vegerin parêzgeha Kerkûkê, ew ê derkevin ser kolanan.”

Di daxuyaniyekê de ji K24ê re, Peyvdarê Hozên Erebên navçeyên Kurdistanî yên li derveyî îdareya Herêma Kurdistanê Muzahim Hiwêt got: “Ecindeyên derveyî li pişt daxuyaniya Encûmena Erebî ya Kerkûkê hene û armanca wan derxistina vitneya taifî li Kerkûkê ye.”

Got jî: “Em wek Hozên Erebên navçeyên cihên nakokiyê û bi taybet li Kerkûkê wê daxuyaniya Encûmena Erebî bi gefeke mezin li ser Kurdên Kerkûkê dizanin û di egera armanckirina Kurd li Kerkûkê jî hişyariyê didin.”

Hiwêt amaje bi wê kir, “Pêwîst e Encûmena Erebî serkeftina Pêşmerge û qurbaniyên wan ji bîr nekin, dema DAIŞê navçeyên wan dagîr kiribûn, ku wê demê Encûmena Erebî li dijî xelkê Kerkûkê bi diruşmên taifgerî serkirdatiya teroristan dikir, ku bi sedema wan navçeyên wek Hewîce, Riyaz û navçeyên din ji aliyê DAIŞê ve hat dagîrkirin.”

Peyvdarê Hozên Ereban got jî: “Divê Encûmena Erebî wan endamên DAIŞê yên li bajarê Kerkûkê ne siza bike û mafê xelkê jê re vegerîne, ku di dema şerê DAIŞê de hatibûn wêrankirin.”

Tekez kir jî, “Hêzên Pêşmerge ti ziyan negihand gundekî ji wan gundan. Belkû ew gund li ser destê DAIŞê û ewên ku niha di nava Encûmena Erebî de hatin wêrankirin.”

Hiwêt got jî: “Encûmena Erebî ji mafê wê ye ku vegera Pêşmerge bp navçeyên dagîrkirî red bikin, ji ber ku hejmarek mezin ji endamên DAIŞê di nava wê de hene û cihê wan bûye penagehek bo parastina wan teroristan.”

Peyvdarê Hozên Ereban helwesta Serok Mesûd Barzanî bi bîra Encûmena Erebî anî û got: “Ji bîr nekin ku Serok Mesûd Barzanî dema pêşwazî li Ereb û Kurdên kir û rûmeta wan parast.”

    

S. B