Nêçîrvan Barzanî û Brett McGurk proseya siyasî ya Itaqê gotûbêj dikin
Êvara Duşemê 27-08-2018an, Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî pêşwaziya Şanderê Taybet ê Serokê Amerîkayê bo Hevpeymaniya şerê dijî DAIŞê Brett McGurk, Balyozê Amerîkayê li Iraqê Douglas Silliman û Konsulê Giştî yê Amerîkayê li Herêma Kurdistanê Steve Fagin û şanda li gel wan kir.
K24 – Navenda Nûçeyan

Li gor malpera Hikûmeta Herêma Kurdistanê, di civînê de ku Balyozê Amerîkayê li Iraqê Douglas Silliman, Konsulê Giştî yê Amerîkayê li Herêma Kurdistanê Steve Fagin û şanda li gel wan amade bûn, herdu aliyan li ser pêşhatên dawî yên herêmê û diyaloga navbera aliyên siyasî yên Iraq û Herêma Kurdistanê ya ji bo pêkanîna kabîneya nû ya hikûmeta Iraqê gotûbêj kirin, bi awayekî ku hikûmeteke niştimanî be û di vê mijarê de rola Herêma Kurdistanê di gotûbêjan de bilind û giring nirxandin.
Di beşeke din a hevdîtinê de encama civîn û hevdîtinên şanda hevpeymaniyên ciyawaz ên Iraqê li gel aliyên siyasî yên Kurdistanê ku serdana Hewlêrê kiribûn û pêşhat û rewşa asayişa herêmê behs kirin.
S. B