Rûsya bi çekdarên Idlibê re li çareseriyeke aştiyane digere
Wezîrê Bergîriyê yê Rûsî radigihîne, berpirsên Navenda Lihevhatinê ya Rûsî li Sûriyê danûstandinan bi serkirdeyên grûpên çekdar û rîsipiyên Idlibê re dikin, ta çaresereyeke aştiyane ji wê krîza Idlibê re bibînin.
K24 – Navenda Nûçeyan
Wezîrê Bergîriyê yê Rûsî radigihîne, berpirsên Navenda Lihevhatinê ya Rûsî li Sûriyê danûstandinan bi serkirdeyên grûpên çekdar û rîsipiyên Idlibê re dikin, ta çaresereyeke aştiyane ji wê krîza Idlibê re bibînin.
Wezîrê Bergîriyê yê Rûsî Sergey Shoygu îro ragihand, danûstandinên giran û dijwar li ser hemû astan bi çekdar û rîsipiyên ku kontrola Idlibê dikin re tên kirin.
Got jî, armanca van danûstandinan ew e, çareseriyeke aştiyane ji wê herêmê re were dîtin, wek çawa li Dera û Xûtaya Rojhilat hatiye kirin.
Bajarê Idlibê li bakurê rojavayê Sûriyê dikeve û bi serperiştî û hevahengiya bi Rûsyayê re di sala 2014an de yekem karwana çekdarên opozîsyona Sûriyê ji bajarê Humsê bo Idlibê hatin veguhastin. Herwiha bi lihevkirina Tirkiye û Rûsyayê ji sala 2016an ve, çekdarên opozîsyonê ji Heleb û navçeyên derdora Şamê bo Idlibê dihatin veguhastin.
Serokê Sûriyê Beşar Esed berî demekê gotibû, ew ê operasyoneke leşkerî li ser Idlibê dest pê bikin û Idlibê ji çekdarên opozîsyonê kontol bikin. berî du rojan jî Wezîrê Bergîriyê yê Sûriyê Îmad Elî Ebdulah Eyûb got, çi bi zora hêzê be yan jî bi rêkeftinan be, ewê bajarê Idlibê kontrol bikin.
Krîza Idlibê di vê dawiyê de gelek karvedan li pişt xwe anîn, bi taybet di navbera Tirkiye û Rûsyayê, ku hejmarek hevdîtin di navbera rayederên her du welatan de encam dan û Tirkiyê got, hêzên opozîsyonê yên miyanrew dê li Îdlibê bimînin û yên tundrew jî ji Îdlibê werin derxistin.
S. B