PDK û YNK dawî biryara beşdariya di proseya siyasî ya Iraqê de didin
Biryar e îro Polîtburoya PDK û Polîtburoya YNK cuda cuda bicivin û piştre jî civîneke hevbeş encam bidin û biryarê derbarê çûna Bexdayê û çawaniya beşdariya di proseya siyasî ya Iraqê de bidin.
K24 – Navenda Nûçeyan
Biryar e îro Polîtburoya PDK û Polîtburoya YNK cuda cuda bicivin û piştre jî civîneke hevbeş encam bidin û biryarê derbarê çûna Bexdayê û çawaniya beşdariya di proseya siyasî ya Iraqê de bidin.
Peyamnêrê K24ê da zanîn, berî nîvro her du polîtburoyên Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) û Yekîtiya Niştimanî cuda cuda dicivin û piştre derbarê çûna Bexdayê û çawaniya beşdariya di proseya siyasî ya Iraqê de her du bi hev re bicivin.
Jêderekî agahdar ku nexwast navê wî were aşkerekirin ji K24ê re got, di civîna hevbeş a PDK û YNKê de guftûgoyên çend rojên bûrî ên bi aliyên Iraqê li ser pêkanîna hikûmeta nû kirine, dê gotûbêj bikin û biryara dawî li ser çûna Bexdayê û çawaniya beşdariya di proseya siyasî ya Iraqê de bidin.
Berî demekê PDK û YNKê li ser wê yekê lihev kiribûn, ku bi projeyeke hevbeş beşdarî guftûgoyên pêkanîna hikûmeta dahatî ya Iraqê bibin.
S. B