Komîteyên Hawarhatinê banga belgekirina binpêkirinên li Efrînê dikin

Komîteyên Hawarhatinê yên Erebî – Kurdî derbarê binpêkirinên ji aliyê grûpên çekdar ve li Efrînê têne kirin banga belgekirin û alîkariyê dikin.

K24 – Navenda Nûçeyan

Komîteyên Hawarhatinê yên Erebî – Kurdî derbarê binpêkirinên ji aliyê grûpên çekdar ve li Efrînê têne kirin banga belgekirin û alîkariyê dikin.

Rêveberiya Komîteyên Hawarhatinê yên Erebî – Kurdî di daxuyaniyekê de bang li hemû aliyan dike ku binpêkirinên li Efrînê ji aliyê grûpên çekdar ve têne kirin belge bikin, da wan binpêkirinan bigihînin rêxistin, komele û aliyên pêwendîdar ên navdewletî.

Amaje bi wê yekê kir, li Efrînê binpêkirin, tawanbarî, revandin û kiryarên dizî û talankirinê ji aliyê grûpên çekdar ve bi berdewamî têne kirin.

Wê rêxistinê diyar kir jî, karê wan wek Komîteyên Hawarhatinê yên Erebî – Kurdî ew e, hevkariyê bi kesên ku pêwîstiya wan bi alîkariyê heye re dikin. Herwiha pêwendiyê bi xelkê Efrînê yên li Ewropa, Herêma Kurdistanê, Tirkiye û Libnanê re dikin û li gor karînên xwe alîkariyan pêşkêş dikin û ew di karên xwe de jî berdewam in.

Ji dema dagîrkirina Efrînê ji aliyê artêşa Tirkiyê û grûpên çekdar ên ser bi wê ve di 18ê Adara bûrî de, binpêkirinên mirovî ji revandina welatiyan, dizî û talan, sepandina bacan, destdanîn ser zeviyên xelkê û şewitandina dar û daristanên Efrînê bi awayekî rojane ji aliyê wan çekdaran ve tên kirin.

 

S. B