ENKS: Ji erkê Amerîka ye tevgera siyasî ya Kurdî lihev bîne
Ligel ragihandina pêşinyara avakirina herêmeke aram û sepandina qedexeya esmanî û bejayî li rojhilatê çemê Ferêt ji aliyê Amerîkayê ve, tevgera siyasî ya Kurdî li Rojavayê Kurdistanê metirsiya xwe ji vê pirojeyê re diyar dikin, ew jî bi sedema ku Amerîka tenê têkilî û serederiyê bi hêzên leşkerî re wek hêzên HSDê dike û ev yek tê wateya ku Amerîka naxwaze çareseriyeke siyasî li deverê pêk bîne.
K24 – Qamişlo
Ligel ragihandina pêşinyara avakirina herêmeke aram û sepandina qedexeya esmanî û bejayî li rojhilatê çemê Ferêt ji aliyê Amerîkayê ve, tevgera siyasî ya Kurdî li Rojavayê Kurdistanê metirsiya xwe ji vê pirojeyê re diyar dikin, ew jî bi sedema ku Amerîka tenê têkilî û serederiyê bi hêzên leşkerî re wek hêzên HSDê dike û ev yek tê wateya ku Amerîka naxwaze çareseriyeke siyasî li deverê pêk bîne.
Bi armanca têkbirina DAIŞê û rawestandina destdirêjahiya îranê li herêmên jêr kontrola Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) de, hin pispor û rayedarên Amerîkî çend pêşniyaz ragihandin, di nav wan de jî sepandina herêmeke aram ji aliyê esmanî û bejayî ve. Hin aliyên siyasî yên kurdî li Rojavayê Kurdistanê dibînin ku li gorî wan pêşinyazan, dê Kurdistana Sûriyê parçe bibe, çimkî herêma Efrînê ji derveyî vê herêma aram e û ev yek ne di berjewendiyê Kurd ye.
Serkirdê di Encûmena Niştimanî ya Kurdî li Sûriyê (ENKSê) de Mihsin Tahir li ser vê pirsê ji K24ê re got: “Ji rojavayê Ferêt û ta Efrînê ew jî Kurdistana Sûriyê ye, heger bi vî rengî çê bibe, hema hema Kurdistan perçe dibe. Li aliyê din heger hat ev yek bû, bi baweriya min ji erkê Amerîka ye ku wek gerentîkerekî tevgera siyasî li Kurdistana Sûriyê lihev bîne û yekrêziyekê çê bike, ji ber ku yekrêziya Kurd dê aramiyê peyda bike dê berjewendiyê xelkê jî biparêze.”
Hin aliyên din jî dibînin ku tevgera siyasî ya Kurdî bi nakokiyên xwe mijûl e û ti amadekariyên wê ji projeyên weha re tune ne. Herweha Amerîka jî ti helwesteke zelal nîşan nedaye û li gorî projeya navhatî tenê têkilî wê bi hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) re be û ev yek jî nîşana ku dîtina çareseriyeke siyasî li herêmê ne di ecindeyên Amerîkayê de ye.
Endamê Polîtburoya PDPK-S Ehmed Berekat dibêje: “Tevgera siyasî ya Kurdî ti amadekarî ji tiştekî re nekiriye, ne ji vê projê re û ne ji ti projeyên din yên siyasî di hundirê Sûriyê de û bi taybetî di pirsa Kurdî de. Tevgera Siyasî ya Kurdî, tevgereke jihevketî ye û ne li ser hev e. Îro tenê em hev bi xiyanetê tometbar dikin, ku nikarin ti projeyekê bi hev re gotûbêj bikin, ev bixwe kêmaniyeke mezin ji me re ye. Heger em wiha bimînin, heger çi derbarê Sûriyê bi giştî û wek Kurd bi taybetî çê bibe, emê bêpar derkevin.”
Hin çavdêrên siyasî dibînin ku eger têkilyên Amerîkayê bi tevgera siyasî ya kurdî re tenê yekalî be û ev proje bi vî awayî cîbicî bibe, dê ti wate ji danûstandinên Cenêv, Astana û Sochiyê re nemîne û eger e Kurd di Sûriyeya pêşerojê de weke pêkhateyeke kêm bimîne.