Îro Encûmena Ewlehiya Navdewletî rewşa Idlibê gotûbêj dike

Li ser daxwaza Mosko, biryar e îro Encûmena Ewlehiya Navdewletî civîneke taybet bi rewşa Idlibê lidar bixe.

K24 - Navenda Nûçeyan.

Cîgirê wezîrê derve yê Rûsya Sergey Ryabkov ragihand, ku li ser daxwaza Mosko, biryar e îro Encûmena Ewlehiya Navdewletî civîneke taybet bi rewşa Idlibê lidar bixe.

Bi gotina Sergey Ryabkov: Bereya Nusra li Idlibê, li gel Rêxistina Berevaniya Sivîl, kar li ser bikaranîna çekên kîmawî li Idlibê dike daku piştre hêzên rêjîmê bi encamdana êrîşên kîmawî tometbar bike

Ryabkov  diyar kir, ku ew karê istifzazî wê bibe hincet ji Amerîka re, ku êrîşeke serbazî li Sûryê encam bide.

Navhatî eşkere kir, ku wezîrê derve yê Rûsya û hevpostê wî yê Amerîkî, wê li di demeke nêzîk de li New Yorkê, li ser pirsa Sûryê civînekê lidar bixin.

N.O