Hikûmeta Herêma Kurdistanê bersiva Birîtanya dide
Hizêrana derbasbûyî, Wezareta derve ya Birîtanya rapora xwe ya salane, derbarê rewşa mafên mirovan li welatên Rojhilata Navîn belav kir û têde rexne li Iraq û Herêma Kurdistanê kir.
K24 - Navenda Nûçeyan.
Di Hizêrana derbasbûyî de, Wezareta derve ya Birîtanya rapora xwe ya salane, derbarê rewşa mafên mirovan li welatên Rojhilata Navîn belav kir û têde behsa Iraq û Herêma Kurdistanê kiribû, bi taybetî di warê azadiya rojnamevaniyê û raderbirrînê û mafên jinan de.
Li ser wê pirsê rêkxerê raspardeyên navdewletî di Hikûmeta Herêma Kurdistanê de (Dîndar Zêbarî) ragihand, ku Wezareta Derve ya Birîtanya di rapora xwe de pişt bi çend jêderan girê daye bêyî ku navên wan eşkere bike û ne xuya ye heya çi astekî ew jêder bêalî û cihê baweriyê ne.
Derbarê azadiya rojnamevaniyê, Dîndar Zêbarî got: Li gorî yasaya rojnamevaniyê jimare (35)an a sala (2007)an, taybet bi karê rojnamevanî, nabe ti rojnamevan were desteserkirin bêyî biryara dadgehê û razîbûna Sendîkaya Rojnamevanên Kurdistanê, di heman demê de, pêwîst e dezgehên ragihandin û rojnamevaniyê yasayên Herêma Kurdistanê binpê nekin û rûmala wan ji bo bûyeran re, tenê bi mebesta gihandina rastiyê be û ji bo gihandina daxwazên rewa yên welatiyan be ji bo Hikûmeta Kurdistanê, neku bibe sedema çêkirina tevliheviyê.
Derbarê azadiya xwepêşandanan, ku rapora Wezareta Derve ya Birîtanya behsê kiriye, Zêbarî got: Li Kurdistanê (rêxistina xwepêşandanan) bi yasaya jimare (11) a sala (2010)an hatiye rêxistin, bi mercê ku şêwaz û dem û armanca xwepêşandan bi hûrî werin diyarkirin, li gorî wê yasayê, hemû welatî û ew kesên bi awayekî yasayî li Herêma Kurdistanê akincî bûne, ji mafê wan e xwepêşandanan rêk bixin.
N.O