Civîna polîtbîroyên PDK û YNK destpê kir
Herdu polîtbîroyên PDK û YNK di civîna xwe de, behsa encamên civînên xwe li gel aliyên Iraqî û bi taybet li gel şanda Hevpeymaniya Newat dikin, ya ku duh serdana Hewlêrê kiribû.
K24 - Navenda Nûçeyan.
Piştî ku herdu polîtbîroyên Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) û Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) bi awayekî cuda civiyan, niha herdu alî civîneke hevbeş lidar xistine û pirsa pêkanîna Hikûmeta nû ya Iraqê gotûbêj dikin.
Peyamnêrê Kurdistan24ê ji cihê civînê ragihand, ku herdu polîtbîroyên PDK û YNK di civîna xwe de, behsa encamên civînên xwe li gel aliyên Iraqî û bi taybet li gel şanda Hevpeymaniya Newat dikin, ya ku duh serdana Hewlêrê kiribû.
Gotûbêjên pêkanîna Hikûmeta nû ya Iraqê, berdewam in û ji bo wê mebestê hatina şandên Bexdayê, ji tevahiya kutle û hevpeymaniyên Şî'e û Sunne ji bo Hewlêr berdewam e, daku mezintirîn kutleya Perlemanî misoger bikin.
N.O