Operasyona Idlibê nêzîk dibe?

Hikûmeta Suriyeyê amadekariyên Operasyona Idlibê dike. Beriya ku ev Operasyon destpê bike Tirkiye ya ku leşkerên wê li herêma Idlibê cih digrin, niha dest bi hevdîtinan li gel Rusya û Îranê kiriye

K24 – Navenda Nûçeyan

Hikûmeta Suriyeyê amadekariyên Operasyona Idlibê dike. Beriya ku ev Operasyon destpê bike Tirkiye ya ku leşkerên wê li herêma Idlibê cih digrin, niha dest bi hevdîtinan li gel Rusya û Îranê kiriye.

Li gor hinek pisporan li Idlibê  berjewendiyên gelek aliyên cuda hene, ji ber wê ev Operasyon dikare di navbera van aliyan de nakokiyan derxîne. Şaredarê berê yê navçeya Sur a Diyarbekir ê û şîrovekarê sîyasî Abdullah Demîrbaş dibêje: çûyîna Tirkiyê li herêma Efrîn û Îdlibê de pirsgirêk dî derxistîn e, ji ber wê  Amerîka û Rusyayê biryar dan e Idlibê ji çekdaran paqij bikin.

Abdullah Demîrbaş - Şîrovekarê sîyasî diyar dike: 

''Tevlîbûna Idlibê,tevlîbûna Efrînê û Cerablusê bû sebeb ku pirsgirêkên dîn derbikevin.Ji ber wê Amerîka û Rusya dibêjin emê Idlibê ji çekdaran paqij bikin. Tirkiye nêzîkbûna  li kijan alî nîşan dide, li aliyê Rusyayê nîşan dide yan Amerîkayê nîşand dide, divê dîyar bike. Lê Tirkiye hatiye demek e wisa alîyê Rusya -Îranê cihbigire wê gavê Amerîka ,NATO û welatên Ewropayê dike dijberê xwe. Lê alîyê Amerîka û Ewropayê bigirê wê gavê Rusya û Îranê dike dijberê xwe. Lê êdî cîhan vê tiştê dibêje, em li Idlibê çete naxwazin.''

Serokê Platforma Komeleyên Rojhilat û Başûrê Rojhilat Hakîm Daş jî ragihand ji bo derxistina terorîstan ji Idlibê niha pêwîstiya Rusya  û îranê li Tirkiyeyê heye lê ji ber berjewendiyan cida nakokî jî dinavbera wan de hene.

Hakîm Daş - Serokê Platforma Komeleyên Rojhilat û Başûrê Rojhilat dibêje:

 ''Ji bo derxistina van(Terorîst) halê hazir pêwîstî li Tirkiye heye. Pêwîstiya hem Rusya, hem Îran, hem jî Suriyê vê gavê li wan heye. Amerîka jî dixwaze dinav Kurdan de roleke giring bigre. Rusya û Amerîka li Rojhilata Navîn neyên pêşberî hev. Tişta ku em dizanin, li gel hevûdu peyman çêkirin e. Ji bo ku wan terorîstan ji wê de  derxînin.''

Serokomarê Tirkiyê Erdogan dê 7 Îlonê ji bo lûtkeya di navbera Rusya û Îran û Tirkiyê de biçe Îranê û li bajarê Tebrîzê  ligel van welatan li ser rewşa Suriyê û Operasyona Idlibê hevdîtinan bikin. Li gor pisporan Operasyona Îdlibê ji ber berjewendiyên cuda yên van welatan dikare hin nakokiyên nû jî derbixe pêş.

 

 

C.B