Washington: Esed di pêşeroja Sûriyê de nîn e û 3 merc bo vekişînê hene

Wezîrê Bergîriyê yê Amerîkî tekez kir, armanca Amerîka li Sûriyê ew e desthilata serokê wê yê niha Beşar Esed bidawî bibe û 3 merc danî pêş vekişîna hêzên Amerîka ji wî welatî.

K24 – Navenda Nûçeyan

Wezîrê Bergîriyê yê Amerîkî tekez kir, armanca Amerîka li Sûriyê ew e desthilata serokê wê yê niha Beşar Esed bidawî bibe û 3 merc danî pêş vekişîna hêzên Amerîka ji wî welatî.

Wezîrê Bergîriyê yê Amerîka Jim Mattis li Pentagonê di konferanseke rojnamevanî de ragihand, armanca wan ew e pêvajoya çarseriya siyasî li Sûriyê bi riya danûstandinên Cenêvê re be, ta gelê Sûrî bixwe hikûmetekê hilbijêre ku Beşar Esed ne serokê wê be.

Mattis got jî, tiştê li Sûriyê rû dide, şerekî navxweyî ye û heger çi çareserî ji Sûriyê bibe, divê ti pêşeroja Esed tê de nebe.

Mattis bo vekişîna hêzên Amerîkî ku 2 hezar 200 leşker in ji Sûriyê, 3 merc danîn û got: “Destpêkê divê DAIŞ bê jinavbirin û bawer bin ku ew rêxistin bi temamî hatiye jinavbirin.”

Mercê duyem jî aşkere kir û got: “Divê em hêzine leşkerî yên xwecihî amade bikin û rahênanên taybet bi wan bikin.”

Bo mercê sêyemîn jî got: “Divê proseya Cenêvê ya Netewên Yekgirtî lê mikur tê were aktîvkirin, ku ew çareseriyê ji vê şerê navxweyî re dane.”

Mattis got jî: “ Heger gelê Sûrî karîn aramiya xwe biparêze û rûbirûyî DAIŞê bibe, em dikarin hejmara hêzên xwe kêm bikin, lê ev yek birastî li ser çareserkirina krîza ku Esed çêkiriye radiwest e.”

Ji aliyekî din ve, Mattis daxwaza vekişîna hêzên Îranî ji Sûriyê kir û tekez kir ku ti bihaneyek nîn e hêzên Sûrî li Sûriyê hebin.

Herwiha Wezîrê Bergîriyê yê Amerîka daxwaz ji Wezîrê Bergîriyê yê Rûsî kir, fişarê û giraniya xwe bixe ser Îranê ta hêzên xwe ji Sûriyê vekişîne.

 

S. B