NATO daxwaza hêminiyê ji Amerîka û Rûsya li Derya Sipî dike
Malpera RT ya Rûsî ragihand, ku her yek ji Amerîka û Rûsya hêzên xwe li nav Derya Sipî kom dikin û metirsiya çêbûna şerekî di navbera herdu aliyan de heye.
K24 - Navenda Nûçeyan.
Malpera RT ya Rûsî ragihand, ku her yek ji Amerîka û Rûsya hêzên xwe li nav Derya Sipî kom dikin û metirsiya çêbûna şerekî di navbera herdu aliyan de heye.
Berî niha jî Rûsya hişyarî da Amerîka ji encamdana her êrîşekê li dijî Rêjîma Esed û Wezareta Berevaniya Rûsî diyar kir, ku hin ketîbeyên opozisyona Sûrî li Idlibê, bi hevkariya hewalgiriya Birîtanê, dixwazin çekên kîmawî li derdora parêzgeha Idlibê li dijî sivîlan bikar bînin û piştre Hikûmeta Sûryê bi encamdana wê êrîşê tometbar bikin, daku di encamê de, bihane li cem Amerîka çêbibe ku êrîşî bingehên Hikûmeta Sûryê bike.
Herwiha Wezareta Berevaniya Rûsî ragihand, ku keştiya cengî ya Amerîkî Ross derbasî nav ava Derya Sipî bûye û 28 mûşekên Tumahok li ser pişta wê ne, ku Amerîka kare bi wan mûşekan êrîşî tevahiya Sûryê bike.
Di beramber de, Rûsya hêzeke deryayî mezin li gel hejmarek ji corên cuda yên mûşekan li pêşya beravên Sûryê belav kiriye.
Li ser van pêşhatan, medya Rûsî zelal kir, ku ew hêza Rûsî ji 13 keştiyên cengî û 2 xewaseyan pêk tê û hejmareke mezin ji mûşekên Kaliper li ser pişta wan keştiyan hene, herwiha di rojên pêş de, wê hejmareke din ji keştiyên cengî tevlî wê hêzê bibin.
Ji aliyê xwe ve, Hevpeymana NATOyê ragihand, ku Rûsya hêzeke deryayî mezin li nêzîkî peravên Sûryê belav kiriye, ku gellek mûşekên wêrankir li ser pişta wan keştiyan hene.
Peyvdarê Hevpeymaniya NATOyê ji medya Israîlî re got: Em nizanin ew hêza Rûsî bi çi niyetê hatiye deverê, lê em bang hemû aliyan dikin ku pêbendî xwegirtinê bin û nehêlin rewş bêtir tevlî hev bibe.
Ev pêşhatana di demekê de ne, ku berî niha serokê Amerîka Donald Trump gefa lêdana Artêşa Sûryê kiribû. Herwiha serokê Firensa Emmanuel Macron jî got: Heger Hikûmeta Sûryê çekên kîmawî li Idlibê bikar bîne, ewê êrîşî hêzên Rêjîma Esed bikin.
N.O