Bogdanov ji bo K24: Emê pirsa Efrîn û Idlibê bibin Astanayê
Mikhail Bogdanov ji K24ê re: Rûsya ha ji serdana şandeke Amerîkî ji bo Sûryê tine ye û ti agahî derbarê civîna wê şandê li gel berpirsên ewlekariya Sûryê jî li ber destê me tine ne.
K24 - Navenda Nûçeyan.
Cîgirê Wezîrê Derve yê Rûsya (Mikhail Bogdanov), li ser pirsa Efrîn û Idlibê, di daxuyaniyeke taybet de ji Kurdistan24ê re got: Emê wan pirsan di danûstendinên Astana de, li gel welatên gerentîkar û aliyên Hikûmet û opozisyona Sûryê re gotûbêj bikin.
Derbarê dengoya serdana şandeke Amerîkî ji Sûryê re, Mikhail Bogdanov ji K24ê re ragihand, ku Rûsya ha ji serdana şandeke Amerîkî ji bo Sûryê tine ye û ti agahî derbarê civîna wê şandê li gel berpirsên ewlekariya Sûryê jî li ber destê wan tine ne.
Ev çend roj in, pêwendiyên di navbera Rûsya û Amerîka de, li ser pirsa Sûryê ber bi alozbûnê ve diçin, di dawîn pêşhat de, îro malpera RT ya Rûsî ragihand, ku her yek ji Amerîka û Rûsya hêzên xwe li nav Derya Sipî kom dikin û metirsiya çêbûna şerekî di navbera herdu aliyan de heye.
Berî niha jî Rûsya hişyarî dabû Amerîka ji encamdana her êrîşekê li dijî Rêjîma Esed û Wezareta Berevaniya Rûsî diyar kiribû, ku hin ketîbeyên opozisyona Sûrî li Idlibê, bi hevkariya hewalgiriya Birîtanî, dixwazin çekên kîmawî li derdora parêzgeha Idlibê li dijî sivîlan bikar bînin û piştre Hikûmeta Sûryê bi encamdana wê êrîşê tometbar bikin, daku di encamê de, bihane li cem Amerîka çêbibe ku êrîşî bingehên Hikûmeta Sûryê bike.
Herwiha Wezareta Berevaniya Rûsî ragihand, ku keştiya cengî ya Amerîkî Ross derbasî nav ava Derya Sipî bûye û 28 mûşekên Tumahok li ser pişta wê ne, ku Amerîka kare bi wan mûşekan êrîşî tevahiya Sûryê bike.
Di beramber de, Rûsya hêzeke deryayî mezin li gel hejmarek ji corên cuda yên mûşekan li pêşya beravên Sûryê belav kiriye.
Medya Rûsî zelal kir, ku ew hêza Rûsî ji 13 keştiyên cengî û 2 xewaseyan pêk tê û hejmareke mezin ji mûşekên Kaliper li ser pişta wan keştiyan hene, herwiha di rojên pêş de, wê hejmareke din ji keştiyên cengî tevlî wê hêzê bibin.
Ji aliyê xwe ve, Hevpeymana NATOyê ragihand, ku Rûsya hêzeke deryayî mezin li nêzîkî kenarên Sûryê belav kiriye, ku gellek mûşekên wêrankir li ser pişta wan keştiyan hene.
Peyvdarê Hevpeymaniya NATOyê ji medya Israîlî re got: Em nizanin ew hêza Rûsî bi çi niyetê hatiye deverê, lê em bang hemû aliyan dikin ku pêbendî xwegirtinê bin û nehêlin rewş bêtir tevlî hev bibe.
N.O